ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-09-2026
9 îlon, 2026   02:00

Li bajarê Girke Legê xwendekaran got ziman hebûn û nasnameya wan e û ji mafê wan e ku bi zimanê xwe bixwînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Berdevka Saziya Zimanê Kurdî Hemrîn Hisên anî ziman ku 3 saet têrê nakin xwendekar fêrî rêzimana kurdî bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xebatkarên tenduristiyê yên bajarê Hesekê ji ber nedana mûçeyan çalakiyekê li pêşiya avahiya parêzgariyê li dar dixin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).