Şêniyên Tirbespiyê: Em ê heya dawiyê li pey rêberê xwe bin

Şêniyên Tirbespiyê diyar ku dewleta Tirk a dagirker naxwaze ramanên Rêber Abdullah Ocalan belav bibin lewra tecrîdê giran dike û got ew ê heya dawiyê li pey rêberê xwe bin.

Şêniyên Tirbespiyê: Em ê heya dawiyê li pey rêberê xwe bin
5 hezîran, 2024   03:06
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdê girantir dike. Herî dawî cezayên dîsiplînê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, heta 6 mehên din dirêj kir.

Şêniyên Tirbespiyê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin.

Welatiya bi navê Asiya Mihemed got dewleta Tirk a dagirker ji bo ku rê li pêşiya belavbûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan bigire, “tecrîd li ser tecrîdê” giran dike.

Asiya wiha dom kir: “Komplogeran Rêber Abdullah Ocalan da girtin, ji ber ku armanca wan ew bû ku ramanên Rêbertî belav nebin. Lê em ji komplogeran re dibêjin erê rêberê me fîzîkî ne di nav me de ye, lê felsefeya wî li cîhanê belav dibe.”

Welatiyê bi navê Ferhan Îbrahim jî diyar ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîdê dixwaze gel bê îrade bihêle û bal kişand ser “cezayên dîsiplînê” û wiha domand: “Ji ber ku naxwazin ramanên rêberê me belav bibe, tecrîd giran dikin û cezayên dîsiplînê lê ferz dikin.”

Di dawiyê de Ferhan Îbrahîm got ew ê heya dawiyê li pey rêberê xwe bin û ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe, çi tê xwestin dê bikin.

Mihemed El Meyah ê ji pêkhateya Ereb jî got: “Destkeftiyên ku niha me bi dest xistine û pêşketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi saya projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan e.”

El Meyah di dawiya gotinên xwe got: “Em wek pêkhateyên Tirbespiyê, em ê projeya ku rêberê me ji me re pêşkêş kiriye, bi ser bixin. Heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abullah Ocalan pêk bê, em ê her tim di nava çalakiyan de bin. "

ANHA