Lubnan di nava şerekî neragihandî de ye

Lubnan bi gef û êrişên Îsraîlê re rû bi rû ye ku nîşan dide şer li ber derî ye û piştî Hemasê dora Hizbullahê ye. Pirsporekî hişyarî da ku rojên bê dê metirsîdar bin û dê gelek guhertinan bi xwe re bînin.

Lubnan di nava şerekî neragihandî de ye
5 hezîran, 2024   07:35
BEYRÛT
RANYA UBEYD

7 meh di ser şerê li Xezayê re derbas bûye, ruxmî biryara Dadgeha Edaletê û şermezarkirina civata navneteweyî jî lê wêranî, kuştin û topbaran bê navber didomin. Dadgehê biryar dabû ku Îsraîl êrişa li ser Refehê rawestîne.

Rewşa li eniya başûrê Lubnanê jî ne aram e. Şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de dewam dike. Ev rewş, Lubnanê bi şerekî giştî re rû bi rû dike, heke çareseriyeke siyasî di demeke nêz de çênebe.

Di vê dawiyê de Îsraîlê gelek endamên Hizbullahê û rayedarên sivîl kuştin. Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku Îsraîlê zêdetirî nîvê rêveberên Hizbullahê kuştine.

Piraniya şandeyên navneteweyî, metirsiyên xwe ji cidîbûna gefên Îsraîlê ragihandin. Peyama herî girîng a Brîtanyayê bû ku di dema êrişa Îsraîlê ya Hezîranê de aşkera kir. Her wiha hin şîret di peyama xwe de parve kirin ku divê amadekariyên şer bên kirin, ji ber ku ne diyar e çi qas dewam bike û çi qas berfireh bibe.

Gerînendeyê Navenda Lêkolînan a Lubnanê Hessan Qetib li ser mijarê ji ajansa me re axivî. Qetib got: "Hizbullah ji destpêka şerê li Xezayê ve, li eniyê başûr êrişî Îsraîlê kir, da ku fişara li ser Xezayê sivik bike. Ew di vê helwesta xwe de bi israr e kشu sekinandina eniya başûr bi rawestandina şerê li Xezayê ve girêdayî ye. Hizbullah dixwaze beşeke hêzên Îsraîlê mijûl bike da ku li eniya bakurê Lubnanê be û êrişa li ser Xeza û Dîfa Xerbiye sivik bibe.”

Ruxmî ku rêveberên Hizbullahê gelek caran ragihand ku naxwazin bikevin şerekî vekirî bi Îsraîlê re, lê ji geşedanên dawîn, bikaranîna çekên pêşketî li eniyan, hedefgirtina baregehên leşkerî û sivîl li Lubnan û Filistînê, dihêle ku senaryoya şer serwer be. Koçberbûna li sînorên her du aliyan, wêrankirina gundan, mezrayan û mal û milkan, fişarê li her du aliyan zêde dike ku li hember hev şer bikin. Hizbullah hesabê vê yekê dike nemaze ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hin dewletên Ewropayê piştgiriya Îsraîlê dikin û şerê wê wek şerê xwe dibînin. Ji ber wê di aliyê siyasî de li gelek qadên navneteweyî, bi taybet Meclisa Ewlehiyê, di aliyê leşkerî de piştgiriya wê dikin, da ku aliyê serwer be û şertên xwe li Filistîn û Lubnanê û her aliyê bi wê re şer bike, ferz bike.

ARMANCÊN ÎSRAÎLÊ Û YÊN HIZBULLAHÊ PIŞTÎ 8 MEHAN JI ŞERÊ XEZAYÊ GUHERÎNE?

Li gorî Qetib, ragihandina şer hêsan e lê tu kes, her çi qas bi hêz be jî, nizane ev şer dê kengî bi dawî bibe.

Hessan Qetib wiha domand: "Hizbullah ji pevçûnên li Lubnanê dixwaze hebûna xwe li herêmê îsbat bike û bibêje ew bi Xezayê û bi yekkirina qadan re ye. Ruxmî ku komên Filistînê yên li Xezayê ji tevgerên Hizbullahê yên girêdayî Îranê ne razî ne. Ji ber ku operasyon û êrişên dike, sînordar in û rewşa li Xezayê qet naguherînin.”

Qetib diyar kir ku Îsraîl, tê gihaştiye ku Hizbullah naxwaze bikeve şerekî vekirî û ev helwest di daxuyaniyên rêveberên de aşkera bûn ku dixwaze eniya Xezayê qels bike, beriya ku derbasî eniya Lubnanê bibe.

Qetib wiha pê de çû: “Îsraîlê ev mijar di daxuyaniyên girêdayî lidarxistina rahênanên leşkerî li nêzî sînorên Lubnanê de destnîşan kiriye. Şerê vekirî li Xezayê dibe ku bibe pêşiya çareseriyeke siyasî, nemaze ku Îsraîl nikare di şer de bi ser bikeve û rexneyên li dijî wê bi taybet ji aliyê dewletên ewropî ve zêde bûn. Îsraîl sûcan li Xezayê dike û sivîlan dikuje û qanûnên navneteweyî binpê dike. Ev jî îmaja Îsraîlê li hember cîhanê xira dike. Dadgeha Edaletê jî biryara destgîrkirina Netanyahu û wezîrê parastinê da. Vê hişt Îsraîl ji berê bêtir bi tenê bimîne û êdî nikare bi hêsanbûnê, civata navneteweyî îqna bike.”

Qetib diyar kir ku ji ber ku Îsraîl cudakirina her du dewletan qebûl nake, wê aramî li vê herêmê pêk neyê.

BANDORA KUŞTINA REÎSÎ Û EBDULLAHIYAN LI SER HERÊMÊ ÇI YE?

Hessan Qetib got: "Îranê dixwest bi rêya hin pevçûnan an jî êrişan, bêje ew hîna hêzeke çalak e li herêmê û ji bo ku rola xwe wek listîkvanekî sereke li ser masaya danûstandinên li herêmê xuya bike. Ew dixwaze cihê xwe di her çareseriyeke pêkan de bigire. Ji ber wê, piştî kuştina Reîsî û Ebdullahiyan û diyarkirina wezîrek û serokekî nû re, dê di siyaseta derve û hundir a Îranê de guhertineke rastîn çêbibe."

Qetib destnîşan kir ku Îsraîl di wêrankirina binesaziya leşkerî ya Hizbullah li Lubnan û Sûriyeyê de bi pêş ketiye û hişyarî da ku rojên bê gelek xetere ne û dê bi xwe re gelek guhertinan bînin û wiha domand: "Wê li Lubnanê guhertineke rastîn di pîvanên hêzên hundirîn de çêbibe nemaze ku dan û standin û navbeynkarî ji bo peydakirina çareseriya siyasî li welêt bi bin ketin.”

(şx)

ANHA