Şêniyên Tebqayê şehîdên Tîrmeh, Tebax û Îlonê bi bîr anîn

Şêniyên kantona Tebqayê şehîdên Tîrmeh, Tebax û Îlonê yên ku di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne bi bîr anîn û soza domandina têkoşînê dubare kir.

29 îlon, 2025   22:38
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê merasîma bibîranîna şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê li pakrewangeha kantonê li dar xist. Di merasîmî de malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser û meclisên wê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Di serî de bavê şehîd Ehmed Ebû Rîş, Ebdulkerîm Ehmed got: "Em aştîxwaz in. Şehîdên me ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha ji bo tevahî mirovahiyê fedakarî kir."

Berdevkê QSD'ê li kantonê Seqir Cirniye jî hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza domandina têkoşîn dubare kir.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser şehîdên hersê mehan hat pêşandan.

(mh/şx)

ANHA