Trump: Netanyahu piştgiriya plana agirbestê dike

Serokê DYA`yê Donald Trump ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê plana ku ji 21 xalan pêk tê, eşkere kir. Plan, girêdayî erêkirina hem Îsraîl hem jî Hamasê ye û tê payîn ku wê demildest dawî li pevçûnan bîne.

Trump: Netanyahu piştgiriya plana agirbestê dike
29 îlon, 2025   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî belgeya ku ji aliyê Koşka Spî ve hat weşandin, plana Trump armanc dike ku Xezayê veguherîne herêmeke "ji terorê hatiye paqijkirin, ne tundrew be” û Xeza ji nû ve were avakirin.

Li gorî planê heke herdu alî li hev bikin, hêzên Îsraîlê wê heta xeta diyarkirî vekişin û dîlgirtî dê di nav 72 saetan de bên radestkirin.

Tê payîn ku Xeza bi awayekî demkî ji aliyê komîteyeke filistînî ya "teknokratîk" ve were birêvebirin û di bin serokatiya Trump de serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair jî di nav de ji aliyê lijneyeke navneteweyî ve bê kontrolkirin.

Trump got, "Ez hîs dikim ku em ê bersivek erênî bigirin." Trump anî ziman ku heke Hamas red bike, wê Îsraîl “piştgiriya tam a DYA`yê bigire.”

Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî hevdîtinên li ser plana aştiyê ya Xezayê, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Trump got, "peymaneke aştiyê" nêzîk e. Civîna çapemeniyê ya hevpar didome.