Şaredariya Tebqayê dest bi qîrkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a Tebqayê qonaxa yekemîn a qîrkirina rêyan da destpêkirin.

Şaredariya Tebqayê dest bi qîrkirina rêyan kir
Şaredariya Tebqayê dest bi qîrkirina rêyan kir
Şaredariya Tebqayê dest bi qîrkirina rêyan kir
Şaredariya Tebqayê dest bi qîrkirina rêyan kir
Şaredariya Tebqayê dest bi qîrkirina rêyan kir
30 hezîran, 2025   13:03
TEBQA

Şaredariya Gel a Bajarê Tebqayê di 26’ê Hezîranê de xebatên rakirina qîra xirabbûyî û paqijkirina rêyan dabû destpêkirin.

Şaredariya Gel li gorî girîngiya rêyan û li ser daxwaza şênî û meclisên xwecih, 12 rêyên sereke û girîng veqetandine da ku were qîrkirin.

Der barê mijarê de Hevserokê Şaredariya Gel a Bajarê Tebqayê Elî El Hemûd El Taha diyar kir ku şaredarî girîngiyeke mezin dide sererastkirina rêyan û  xetên av û kanalîzasyonê di ber çavan re digire da ku şaştiyên berê werin telafîkirin. El Taha anî ziman ku "Berê rê dihatin qîrkirin berî ku torên avê û yên kanalîzasyonê werin amadekirin. Ev jî dibû sedem ku piştî qîrkirinê rê dîsa werin kolandin."

Li gorî El Taha, rêyên ku dê werin qîrkirin ev in; Sûka sereke, aliyê rojhilat, kolanên yekem û duyem ên Sînaa, kolana bakurê Desteya Enerjiyê, Kornîşa Rojhilat, kolana başûrê Dibistana Hunerî, kolana Dibistana El Sinoberî, başûrê çerxerêya El Kenîse (Dêr), hin kolanên li aliyê rojava, kolana Bitrus El Bustanî, bakurê çerxerêya El Ecrawî. El Taha da zanîn ku dê hin kolanên din werin sererastkirin.

El Taha destnîşan kir ku plana binesaziya giştî ya bajarê Tebqayê par hatibû destpêkirin û aşkera kir ku torên av û kanalîzasyonê hatin sererastkirin, piştre rê hatin qîrkirin. 

Şaredarî ji bo rêyên bajar 12 hezar mîtrekabu bi lêçûna 725 hezar dolar veqetandiye.

El Taha da zanîn ku di demeke nêzî de dê projeyek nû ya kanalîzasyonê bi dirêjahiya 700 metreyan û bi qûtra boriyan di navbera 40 û 50 înçan de li taxa Ayed bidin destpêkirin.

(bb)

ANHA