Qurbaniyên Mar Elyas li Swêdayê hatin bîranîn

Di merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya Mar Elyas de, serpereştê Dêra Romên Ortodoks a Busra, Horan, Cebel El Ereb û Golanê, pesnê helwestên şêxên Durzî, civaka xwecihî, û piştgiriya Kurd û Elewiyan da ku hevgirtin û dilsoziya xwe bi Xiristiyanan re diyar kirin.

Qurbaniyên Mar Elyas li Swêdayê hatin bîranîn
Qurbaniyên Mar Elyas li Swêdayê hatin bîranîn
Qurbaniyên Mar Elyas li Swêdayê hatin bîranîn
Qurbaniyên Mar Elyas li Swêdayê hatin bîranîn
Qurbaniyên Mar Elyas li Swêdayê hatin bîranîn
Qurbaniyên Mar Elyas li Swêdayê hatin bîranîn
Qurbaniyên Mar Elyas li Swêdayê hatin bîranîn
30 hezîran, 2025   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dêra Mar Corciyos a li Swêdayê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Dêra Mar Elyas a li Şamê merasîmek li dar xist.

Merasîm bi beşdariya oldarên xiristyan û endamên civaka herêmî ji mezhebên cûda, bi meşkê dest pê kir.

Di merasîmê de serpereştê Dêra Romên Ortodoks a Bosra, Horan, Cebe El Ereb û Golanê Antoniyos Saad axivî.  Saad pesnê "yekîtiya pêkhateyên Siwêdayê û hemû civakên Sûriyeyê da. "

Saat destnişand kir ku 15 qurbaniyên komkujiyê ji xelkên Swêdayê bûn û got ku "ev kiryara terorîstî bê hesab derbas nabe, û zû an dereng dê sûcdar bêne darizandin. "

Saad her wiha helwestên  şêxên Durzî, civaka herêmî û hêzên herêmê, û her weha piştgiriya pêkhateyên din bi taybetî Kurd û Elewiyan, ku piştgirî û dilsoziya xwe bi Xiristiyanan re diyar kirin, da.

Saad her wiha got, "Ev e Sûriyeya ku em dixwazin e, Sûriyeyek biratî, hezkirin û hevgirtinê. "

(k)