Li Hecînê xebatên çandina 500 daran

Komeleya Mêşhingivan bi tevkariya şênî û Yekitiya Şaredariyên Kantona Dêrazorê dest bi çandina 500 darên biyê li bajarê Hecînê kir.

Li Hecînê xebatên çandina 500 daran
Li Hecînê xebatên çandina 500 daran
Li Hecînê xebatên çandina 500 daran
Li Hecînê xebatên çandina 500 daran
Li Hecînê xebatên çandina 500 daran
30 hezîran, 2025   13:35
DÊRAZOR

Komeleya Mêşhingivan bi tevkariya şênî û Yekitiya Şaredariyên Kantona Dêrazorê dest bi çandina 500 darên kînya li bajarê Hecînê kir. 

Di çarçoveyê vê xebatê de dar li çerxerêyên bajar, deriyên têketina bajar, rêya 20, parkên dibistan û nexweşxaneyan tên çandin.

Beşdarên vê xebatê, girîngiya başkirina jîngehê û piştgiriya pêşxistina hêşînê diyar kirin û dane zanîn ku zêdekirina qadên hêşîn rewşa avhewayê baş dike û jîngehên xwezayî ji bo mêşên hingiv dabîn dike.

Beşdaran hêvî kirin ku ev xebat bibe destpêka ku herêm bibe qadeke hêşîn û banga parastina xwezayê kirin. Ji bo mîsogeriya domandina projeyên jîngehî jî banga xebata hevpar di navbera saziyan de kir, her wiha xwestin ku ev xebat li deverên din jî were kirin.

(bb)

ANHA