Panorama hefteyê: Erdogan dîrokê bi bîr tîne, Qeter têkiliyên xwe bi Hemasê re bi kar tîne

Helwesta dewleta Tirk ji şerê li Xezayê, bandora vî şerê li Lubnanê, her wiha bidawîbûna endamtiya Helbûs di parlamentoya Iraqê de, mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

Panorama hefteyê: Erdogan dîrokê bi bîr tîne, Qeter têkiliyên xwe bi Hemasê re bi kar tîne
19 mijdar, 2023   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî helwesta dewleta Tirk li hember şerê Xezayê nûçeyek weşand. Di nûçeya rojnameyê de hate diyarkirin ku hemwextî şerê Îsraîl û Tevgera Hemasê, televîzyona tirkî dest bi pêşandana rêzefîlmê "Fatih El Quds Selahedîn El Eyûbî′′ kir. Ev yek wekî peyameke siyasî ya ku “beşdarbûna serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ya şerê li Xezayê” îfade dike, hat nirxandin.

Li gorî rojnameyê, nivîskarên senaroyaya fîlmê girîngiyê didin kesayeta Selahedîn wekî fermandarekî îslamî bêyî ku eslê wî yê Kurd nîşan bidin, bi vê yekê dixwazin rola Tirkiyeyê di hemleya Selaheddîn a fetihkirina Qudsê de nîşan bidin û balê bikişînin ku piraniya leşkerên wî mîr û leşkerên Tirkan bûn.

 ‘EL HELBÛSÎ LI DERVEYÎ PÊVAJOYA SIYASÎ YE’

Têkildarî rewşa li Iraqê jî rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek weşand û tê de behsa bidawîkirina endamtiya Mihemed El Helbûsî di parlamentoyê de ji aliyê Dadgeha Federal a Iraqê ve û piştre ji serokatiya desthilata yasayî kir.

Hate diyarkirin ku vê biryarê nexşerêya sunniyan li welat ji nû ve xêz kir. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku dûrxistina El Hebûsî, şok bû û li gel dem an jî bandora wê ‘erdhejeke siyasî’ ye. Ji ber ku El Helbûsî, di pêvajoya siyasî ya li Iraqê de cihekî girîng girtiye ku li ser bingeha hevsengiya pêkhateyan hate avakirin.

Rojnameya El Cumhûriye ya Lubnanê jî têkildarî heman mijarê li ser zimanê çavkaniyên dîplomatîk ên navneteweyî ev tişt nivîsandin: “Rewşa Lubnanê cihê fikaran e, me fikarên xwe bi aliyên têkildar ên Lubnanê re parve kirin, da ku tedîbîrên pêwîst bêne girtin û rê li encamên talûke bê girtin. Lê mixabin ruxmî aliyên şer li gorî biryara /1701/ tevnagerin.′′

QETER TÊKILIYÊN XWE BI HEMASÊ Û TEVGERÊN ÎSLAMÎ RE ISTÎSMAR DIKE

Di nûçeya rojnameya El Ereb de jî hat gotin ku Qeter bi hemû hêza xwe hewl dide sûdê ji rewşa dijwar a Hemasê werbigire û bi rêya hêsankirina berdana dîlgirtiyan a li ser daxwaza serokê Amerîkayê Joe Biden, Amerîkayê razî bike. Hat destnîşankirin ku Qeter dixwaze têkiliyên xwe bi Hemasê û tevgerên din ên Îslamê re istismar bike da ku bandora xwe ya herêmî nîşan bide û ji Washingtonê re îsbat bike ku ew dikare di nermkirina helwestên mîna van tevgeran de rol bilîze.

Li gorî rojnameyê, ku hevkariya bi DYA′yê `yê re û fişara li ser Hemasê ji bo serbestkirina dîlgiriyan, alîkariya Qeterê dike ku berjewendiyên xwe yên mezin bi taybet di warê gazê de biparêze.