Kevin Lambert bû fermandarê nû yê hêzên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê

General Kevin Lambert li şûna general Kevin Leahy bû fermandarê nû yê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê.

Kevin Lambert bû fermandarê nû yê hêzên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê
26 tîrmeh, 2025   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi merasîmekê ku li baregeha Union 3 a li Herêma Kesk a Bexdayê hat lidarxistin, general Kevin Lambert bû fermandarê Hêzên Operasyona Hevbeş-Operasyona Çareseriya Xwezayî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê (CJTF-OIR). 

Generalê amerîkî Kevin Lambert bi merasîmekê li şûna Kevin Leahy bû fermandar.

Li gorî malpera Long War Journal, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî li ofîsa xwe pêşwazî li Kurilla, fermandarê berê Leahy, fermandarê nû Lambert û berpirsê kar û barên Amerîkayê yê li Bexdayê Stephen Fagin kir.

Nivîsgeha El Sudanî ragihand ku di civînê de siberoja hevkariya ewlehiyê ya di navbera Iraq û Koalîsyona Navneteweyî de, nirxandina qonax û pêşketinên têkiliyê, her wiha bandorên rewşa Sûriyeyê li ser ewlehiya herêmî hatine nîqaşkirin.

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê jî diyar kiribû ku li dijî êriş û gefên muhtemel ên DAIŞ’ê dê tevkariyê bi QSD’ê re bidomîne.

(bb)