Jinên Minbicê: Em ê di şikandina bendên koletiyê de têkoşînê dewam bikin

Jinên kantona Minbicê bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyek li dar xist û diyar kir ku heta rizgarkirina tevahî jinên cîhanê ji koletiyê dê têkoşîna xwe dewam bikin.

7 adar, 2024   19:52
MINBIC

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Minbicê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8ˊê Adarê) bi beşdariya jinên kantonê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û saziyên girêdayî wê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirin-Jin, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, xet û meclisên sivîl ên kantonê, Mala Jin, partiyên siyasî li Yarîgeha 4ˊê Nîsanê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de endama rêvebera Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Sebah El Mirî axivî û got: "Bi berxwedana tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeykê em vê rojê li tevahî jinên banga azadiyê dikin, pîroz dikin û em ê di rêya şehîdan xêz kiriye de dewam bikin."

Li aliyekî din jî endama Desteya Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim jî axivî û got: "Di 8ˊê Adarê de jinan gelek destkeftî pêk anîn û yekitî xurt kir ku parastina mafên xwe bikin."

Dûre Desteya Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya endamên meclisa xwe xelat kirin.

Her wiha koma Çeçen dîlanek, koma Hîlala Zêrîn a Reqayê stran pêkêş kirin.

(fr)

ANHA