Rûsya ragihand ku wê bajarokekî Ukraynayê kontrol kiriye

Rûsyayê ragihand ku wê bajarokê Volkhivka yê Ukraynayê kontrol kiriye. Ukraynayê jî da zanîn ku wê şeva borî 180 dronên Rûsyayê xistine xwarê.

 Rûsya ragihand ku wê bajarokekî Ukraynayê kontrol kiriye
19 gulan, 2026   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand hêzên wê bajarokê Volkhivka yê herêma Xarkîvê ya li rojhilatê Ukraynayê kontrol kiriye.

Di daxuyaniya wezaretê de ku li ser Telegramê hatiye weşandin, ev agahî hatin parvekirin: "Yekîneyên Koma Hêzên Bakur ên Rûsyayê di çend saetên borî de bi operasyonekê bajarok kontrol kir."

Li gorî daxuyaniyê, hêzên Ukraynayê di nava qada operasyonên 'Koma Dnepr' a Rûsyayê de 12 wesayît, 2 wesayîtên zirxî, topxaneyek û stasyoneke şerê elektronîk û zêdetirî 40 leşker winda kirine.

Hêzên Hewayî yên Ukraynayê jî ragihand ku hêzên wê yên parastina hewayî ji 209 dronan ku Rûsyayê di êrişên şevê yên li ser deverên li bakur, rojhilat û başûrê welêt de avêtine, 180 heb xistine xwarê.

(bb)