Li Til Temirê ji bo parastina çandiniyê komîte hat avakirin

Meclisa Bajarê Til Temirê bi hevkariya Şaredariya Gel û saziyên têkildar bi armanca parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan, komîteya rewşa awarte ava kir.

Li Til Temirê ji bo parastina çandiniyê komîte hat avakirin
Li Til Temirê ji bo parastina çandiniyê komîte hat avakirin
Li Til Temirê ji bo parastina çandiniyê komîte hat avakirin
Li Til Temirê ji bo parastina çandiniyê komîte hat avakirin
Li Til Temirê ji bo parastina çandiniyê komîte hat avakirin
Li Til Temirê ji bo parastina çandiniyê komîte hat avakirin
19 gulan, 2026   15:05
HESEKÊ

Bi nêzîkbûna berhevkirina zeviyên çandiniyê û bi armanca parastina zeviyan ji şewatan, Meclisa Bajarê Til Temirê bi hevkariya Şaredariya Gel û saziyên têkildar îro komîteya rewşên awarte ava kir.

Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê Xalid Yûsif Xelef diyar kir ku xebata komîteyê parastina zeviyên çandiniyê ye û got divê hemû sazî, komîte û komîn di dema çinînê de li hember rewşên awarte di amadebaşiyê de bin.

El Xelef bi domdarî got: "Herêm di merheleyê re derbas dibe ku hişyarî û tevkarî tê xwestin. Divê her kes xwedî rihê berpirsyariyê be û eger şewatek derkeve divê tavilê agahî bidin aliyên peywendîdar."

El Xelef destnîşan kir ku komîte bi aliyên peywendîdar re di nava hemahengiyê de ye, alavên pêwîst ên destwerdana bilez peyda dike, di heman demê de pêngavên hişyarkirina şênî û cotkaran li ser rêbazên parastina zevî ji şewatan pêk tîne.

El Xelef di dawiya axaftina xwe got parastina zeviyên çandiniyê berpirsyariya her kesî ye û bang li şêniyan kir ku bi ekîbên rewşên awarte re tevkar bin û li gorî talîmatên ku têne dayîn tev bigerin.

(bb)

ANHA