Rûsya: 147 dron û 3 moşekên Ukraynayê hatin xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê li başûrê rojavayê welat 147 balafirên bêmirov û 3 moşekên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsya: 147 dron û 3 moşekên Ukraynayê hatin xistin
6 hezîran, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li kantonên başûrê rojavayê welêt 147 dron û 3 moşekên ‘Neptûn’ ên Ukraynayê xistiye.

 Di daxuyaniyê de hate gotin, li herêmên Bryansk, Rostov, Saratov, Voronezh, Kaluga, Kursk, Oryol, Ryazan, Tula, Belgorod, Tambov, Moskov û Qirimê 144 dronan ketine xwarê.

Wezaretê diyar kir ku pergala parastina hewayî her wiha 3 moşekên Ukraynayê li ser Deryaya Reş têk birin.

(bb)