Alain Badiou ji Rêber Abdullah Ocalan re name şand

Fîlozofê Fransî Alain Badiou ji Rêber Abdullah Ocalan re nameyek şand û got “Daxwaza me ya herî xurt ew e ku kanalên te yên ragihandinê bên vekirin.”

Alain Badiou ji Rêber Abdullah Ocalan re name şand
6 hezîran, 2025   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Alain Badiou di 15'ê Gulanê de ji Rêber Abdullah Ocalan re nameyek şandiye.

Alain Badiou name bi Isabelle Vodoz re nivîsandiye û tê de wiha tê gotin:

“Hevrêyê hêja Abdullah Ocalan,

Ez û Isabelle Vodoz ji bo nameya te şandiye, em spas dikin. Mixabin ev belgeya kurt a ku di nav şert û mercên zehmet ên îroyîn de hatiye nivîsandin, têkildarî raman û çalakiyên te fikrek pir xurt dide mirov. Di nameyê de tiştekî ku di cîhana îro de kêm e û di formûla te de balê dikişîne heye: 'Min ti carî dest ji lêgerîna edalet, azadî û heqîqetê berneda û ez ê dest jê bernedim'. Lê belê gelek caran em rastî mînakên 'edaletê' yên bê heqîqet an jî 'heqîqet' ên bêyî azadiyê tên, ku daxwaza girêdana aktîf a navbera edalet, heqîqet û azadiyê pêşwazî nakin.

Her wiha em bi giringiya ku hûn li ser rewşa xirab ya jinan a li gelek welatan û li şûna mijarê tecrît bikin vê pirsgirêkê bi sosyalîzmeke nû re têkildar dikin û em jî di vê mijarê hesas in

Bi heman rengî em li hemberî gotina te ya, 'Li dijî êrîşên 'Modernîteya Kapîtalîst' û manewrayên emperyalîst hewl didim ji daxwaza jiyana alternatîf a gelan re bibim bersiv' jî bi heman hesasiyetê tev digerin.

Di nava van şert û mercan de daxwaza me ya herî xurt ew e ku kanalên te yên ragihandinê bên vekirin. 

Em heta dawiyê li cem te ne.

Alain Badiou

Parîs, 15.05.2025"