Washington di navbera Xeza û Tehranê de: Peyamên nakok û helwestên tevlihev

Vetoya DYA’yê ya li ser pêşnumeya şermezarkirina êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê gelek pirsan li ser durûtiya pîvanên DYA’yê yên dan û standinan bi aloziyan re derxistin pêş. Di heman demê de Washington di dan û standinên li ser dewlemendkirina uranyûmê de sînyalên nakok ji Tehranê re dişîne.

Washington di navbera Xeza û Tehranê de: Peyamên nakok û helwestên tevlihev
6 hezîran, 2025   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de vetoya Amerîkayê ya li dijî Îsraîlê û nakokiyên berdewam ên li ser têkiliyên Amerîka-Îranê, bi taybetî jî der barê dewlemendkirina uranyûmê de nirxandin.

VETOYA DYA’YÊ

Rojnameya El Bayan a Îmaratê cih da vetoya ku DYA’yê berî du rojan li dijî pêşnumeya şeremzarkirina êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê bi kar anî bû. Hate gotin, ev veto pirsek mezin li ser helwesta rastîn a Amerîkayê ya der barê şerê li Xezayê de derdixe holê.

 Rojnameyê diyar kir ku nûnerê Amerîkayê yê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî helwesta welatê xwe bi gotina "Eger ev pêşnûme bihata pejirandin, wê hewldanên dîplomatîk têk bibira, rastiyên li ser erdê berevajî bikira û Hemasê teşwîq bikira ku bi Îsraîlê re hevkêşeyek derewîn bike" nîşan dide.

Li gorî rojnameyê, ev têgihîştin bi nêrîna Serfermandariya Giştî ya Îsraîlê li hev tê ku "Têgeha ewlehiyê li Xezayê li ser bingeha tunekirina dawî ya Hamasê, vegerandina rehînên Îsraîlî, dagirkirina leşkerî ya Xezayê û kontrolkirina belavkirina alîkariyên mirovî yên ku derbasî Xezayê " destnîşan dike.

ROJHILATA NAVÎN: ÎRAN-AMERÎKA: DÎPLOMASIYA QELEMÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat  cih da hûrgiliyên dan û standinên berdewam ên di navbera Tehran û Washingtonê de kir. Hate gotin, daxuyaniyên giştî bersivên zelal nadin, lê nîşan hene ku her du alî jî, tevî hemû nezelaliyan, ji bo gaveke dîrokî amadekariyê dikin.

Rojnameyê rêgeha dan û standinan wekî "dîplomasiya qelemê" bi nav kir. Hate diyarkirin ku wezîrê karên derve yê Îranê gotiye "Zêdekirina uranyûmê li hundirê Îranê xeta me ya sor e. " Hate diyarkirin ku her pêşniyarek ji bo bêparkirina Îranê ji vî mafî tê wateya bidawîbûna danûstandinan."

Li gorî rojnameyê, gotinên Rêberê Bilind Elî Xameneyî dijwartir bû ku ji Trump re got, "Îran uranyûmê dewlemend dike an na, ne karê te ye."

Rojnameyê destnîşan kir ku ku "gotinên rayedarê fermî yên Îranê ji bo iqnakirina gelê Îranê ye ku Amerîka hewl dide bernameya dewlemendkirinê bifetisîne. Di heman demê de Tehran bi israr e ku îradeya xwe ferz bike."

 Rojnameyê diyar kir ku "Îran dê karta dewlemendkirinê bidomîne, ku ji bilî şerê raya giştî ya navxweyî ti hewcedariyek rastîn tune ye."

(bb)