Rojnameyên erebî yên îro: ’Komîteya destûrî ya Sûriyeyê’ û şerê li Xezayê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da rewşa Sûriyeyê, pêşbaziya li ser desthilata xwecih a li Iraqê û geşedanên li Xezayê.

Rojnameyên erebî yên îro: ’Komîteya destûrî ya Sûriyeyê’ û şerê li Xezayê
14 sibat, 2024   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê Sûriyeyê de rojnameya El Weten a girêdayî hikumeta Şamê nûçeyek weşand. Rojnameyê cih da daxuyaniyê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrof ku duh dabû. Di nûçeyê de hate gotin,  Duh wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrof hêviya xwe anî ziman ku cihê nû ji bo civîna komîteya nîqaşkirina destûra Sûriyê di demeke nêzîk de û bi erêkirina aliyên pêwendîdar were diyarkirin. Her wiha hate diyarkirin ku Lavrof dûrkirina Swîsra ji bêalîbûnê û siyaseta wê ya aşkera ya li dijî Rûsyayê ye wekî sedemên rawestandina karê komîteyê li Cinêvê nîşan dan.

Li gorî heman rojnameyê, hêzên hikumeta Şamê li Idlibê "herêma bêçek" li çeteyên dewleta tirk a dagirker dane.

’ RUXMÎ BIRYARA AVAKIRINA WÊ HATE DAYÎN, LÊ ŞERÊ LI SER HIKUMETA ENBARÊ DIDOME’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser geşedanên li Iraqê. Hate gotin: "Ruxmî ku biryara avakirina hikkumeta xwecih a parêzgeha Enbarê hatiye dayîn, lê nakokiyên hêzên siyasî yên li ser hikumetê hîne hene. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku hêzên li wir hêviya xwe qut nekirine  ku endamên Partiya Teqedum ya bi serokatiya serokê berê yê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ji hikumetê dûr bixin.

’JI BO BIDAWÎKIRINA ŞER DU PLANÊN ISRAÎLÊ HENE: YEK ÊRIŞA LI SER REFEHÊ YE’

Li gorî rojnameya Şerq El Ewsat, berpirsên Îsraîlê dest bi danîna planekê kirine ku dawî li şerê li Xezayê bîne. Hate gotin, li gorî planê dê demek were dayîn ku ji aliyê Til Avîv û Washingtonê ve were qebûlkirin. Her wiha hate destnîkirina ku êrişa li ser bajarê Refeh ê sînor di plane de ye, bêyî ku lihevkirinek muhtemel a bi Hamasê re ya li ser peymana pevguhertina girtiyan û dîlan di ber çavan re bê girtin.

(bb)