QSD’ê hewldana çeteyan a ketina Dêrazorê têk bir

QSD’ê hewldana çeteyên hikumeta Şamê ya ketina Dêrazorê têk bir. QSD’ê diyar kir ku di encama bersivdayîna hewldanê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

QSD’ê hewldana çeteyan a ketina Dêrazorê têk bir
14 sibat, 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Komeke çete ya ku ji aliyê saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyeyê ve tê destekkirin hewl da çemê Firatê derbas bikin û derbasî bajarokên Zîban, Kemşe û Şefayê bibin. Hêzên me hewldan têk bir û çete neçar kirin û ber bi aliyê din ê çem ve vekişin. Di encama bersivdayîna hewldanê de hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê mîsyona xwe ya parastina ewlehiya herêmê û bersivdayîna tevahî êrişên li ser şervan û şêniyên herêmê bidominin."

(bb)