Navenda Himêmîm: Îsraîl balafirgeha Helebê bombebaran kir

Cîgirê serokê Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê li Himêmîm a Sûriyeyê Vadim Collet ragihand ku 2 balafirên şer ên Îsraîlê balafirgeha Nêrebê ya li Sûriyeyê bombebaran kiriye. Di encamê de 3 karmendên balafireghê birîndar bûne.

Navenda Himêmîm: Îsraîl balafirgeha Helebê bombebaran kir
14 sibat, 2024   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê li Himêmîm a Sûriyeyê Vadim Collet di daxuyaniyekê de got: "2 balafirn şer ên F 16 ên Îsraîlê di 12`ê Sibatê saet di 11:37`an heta 11:49`an ji Lubnanê beyî ku derbasî asîmanê Sûriyeyê bibin, bi moşekên cruse balafirêgeha Nêrebê ya navneteweyî ya Helebê bombebaran kiriye. Di encamê de 3 karmendên balafirgehê birîndar bûne."

Collet da zanîn ku di êrişa balafireke bêmirov a çeteyan ku ji Idlibê rabûye de 3 leşkerên hikumeta Şamê li herêma Riweyha birîndar bûne.

(şx)