Rojnameyên erebî: Tirkiye dosyaya nêzîbkûna bi Şamê re xistiye rojevê

Agahiyên der barê nêzîkbûna Şam û dewleta Tirk a dagirker de, dîsa şerê dewletên mezin ên li Afrîkayê manşetên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Tirkiye dosyaya nêzîbkûna bi Şamê re xistiye rojevê
19 hezîran 2024   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lobnanê têkildarî agahiyên li ser "Diyalogên nerasterast di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de dest pê kirine", nûçeyek bi sernavê ’Tirkiye bi hêvî ye ku careke din diyalog bi Şamê re çêbe’ weşand. Hate gotin, "Ev agahî piştî hevdîtina yekemîn a emenî ya di navbera rayedarên her du aliyan de ya li Hemêmîmê û piştî hevdîtina 11’ê Hezîranê ya li Moskov ya di navbera  wezîrê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan û serokê Rûsyayê  Vladimir Pûtîn de, belav bû.

 Li gorî nûçeyê, tevgerên nû yên Tirk li ser erdê xuya dibin. Ji wan tevgeran jî; girtina şirketên veguhestina pereyan li herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî, hewldanên vekirina deriyê sînor ê Ebû Zindîn ê gundewarê Helebê yê di navbera herêmên dagirkirî û herêmên hikumeta Şamê de.

Di dewama nûçeyê de hate gotin "Tevî ku ragihandina Tirk ev mijar rojev kiriye, lê ji aliyê Şamê ve bêdengiyek heye. Şam li bende ye ku bighêjin xalên diyarker. Şamê  ji bo her hevdîtinekê li gel Tirkiyeyê, vekişandina hêzên wê ji xaka Sûriyeyê wekî şert danîbû."

 Li gorî nirxandinên rojnameyê "Em nikarin geşedanên di vê dosyayê de wekî  pêşketineke cidî binirxînin, lê belê mîna dergeheke berfireh ji bo avêtina gavan di rêyekê de ye. Ev rê jî dê ne hêsan be, nemaze ku astengiyên mezin li pêşiya vê dosyayê de hene. Nîşaneyên cîdîbûna gavên pêşîn jî dê di hevdîtina pêş a li Bexdayê ya di navbera rayedarên Tirk û Sûriyeyê de û hevdîtina Erdogan û Pûtîn ku dê destpêka Tîrmeha pêş pêk were, were dîtin."

’HERÊMA PERAV Û ÇOLISTAN VEDIGUHERIN ŞEREKÎ VEKIRÎ’

Rojnameya El Ereb ragihand ku bi kêmbûna bandoriya Fransayê re, DYA’yê êdî nuqteyên xwe yên li Nîjer û Çadê ji dest dide. Hat diyarkirin ku komeke çekdar a muxaleftan meclisa leşkerî ya serwer a li Nîjerê êvara roja yekşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku êrişek pêk aniye û di encamê de beşek ji xeta boriyê ya ji hêla kampanya petrochina ya Chineseînî ve tê fînansekirin, xirab bû.

Rojnameyê cih da nirxandinên çavdêran ku dibêjin "Hedefgirtina berjewendiyên Çînê aşkera dike ku piştî guhertinên li Malî, Nîjer û Burkîna Faso qewimîn, herêma Perav û Çolistan bûye qada şerekî vekirî di navbera hêzên mezin de."

Di dewama nûçeyê de hat bi bîrxistin: "Ji dema ku hêzên leşkerî bi desteka Koma Wagner a rûsî gihiştine ser desthilatê ve, guhertinên siyasî li van welatan çêbûne; Fransa hêzên xwe ji Nîjerê vekişand, pê re DYA’yê nuqteyên xwe yên li Nîger û Çadê ji dest dide. Çînê jî ketiye tevgerê da ku bêyî qarbalex valahiya aborî dagire,  nemaze ku hewcedariya welatên xizan ên li herêmê bi vê yekê heye. "

Rojnameyê  ku cih daye nirxandinên çavdêran, îşaret bi vê yekê kir ku "zehmet e çi dewleteke mezin cihê xwe li van herêman çêkin bêyî ku bi êrişên leşkerî yên komên xwecih ên nayê zanîn destekê ji kê digirin, rû bi rû nemîne. Di heman demê de komên çekdar ên girêdayî rêxistinên Qaîde û DAIŞ’ê li van herêman çalak in."

(bb)