Li Mekkeyê ji ber germê herî kêm 577 hecî yan jiyan xwe ji dest da

Di serdena hecê de ji ber nexweşî û germê herî kêm 577 hecî jiyana xwe ji dest dan ji wan 323 Misrî ne.

Li Mekkeyê ji ber germê herî kêm 577 hecî yan jiyan xwe ji dest da
19 hezîran 2024   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî rayedarên Siûdî îsal 1.8 milyon mirov çûn hecê û Li gorî nûçeya AFP'ê, yek ji dîplomatên Ereb ragihand ku ji bilî heciyekî di nava qelebalixiyê de birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, hemû heciyên jiyana xwe ji dest dan ji ber nexweşiyên ji germa zêde bû.

Rayedarên Misrî diyar kirin ku di serdana hecê de 323 heciyên Misrî jiyana xwe dest dane.

 gorî dîplomatan herî kêm 60 Urdunî mirin. Ammanê beriya niha diyar kiribû ku 41 kes jiyana xwe dest dane.

AFP'ê diyar kir ku ji welatên cuda bi giştî 577 kesên çûn hecê jiyana xwe ji dest dan.

Dîplomatan ragihandin ku 550 cenaze birin yek ji morgên herî mezin ên li Mekkeyê.

Li gorî rayedarên Siûdî îsal 1.8 milyon mirov çûn hecê.

Tûnis, Endonezya, Îran û Senegalê jî ragihandin ku heciyên wan jiyana xwe ji dest dane.