Rojnameyên erebî: Şerê li bakurê Iraqê ji bo Erdogan reveke guncaw e

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê, hewldanên normalîzekirina di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê û dan û standinên agirbestê li Xezayê.

Rojnameyên erebî: Şerê li bakurê Iraqê ji bo Erdogan reveke guncaw e
8 nîsan, 2024   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî êrişên muhtemel ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê nûçeyek bi sernavê "Erdogan şerekî leşkerî li bakurê Iraqê wekî reveke guncaw ji têkçûna partiya xwe di hilbijartinan de dibîne" weşand. 

Di nûçeyê de hate gotin axaftinên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser "operasyoneke muhtemel" li ser herêmên Başûrê Kurdistanê bûye rojeveke sereke ya Erdogan da ku bi rêya wê binkeftina partiya xwe di hilbijartinên şaredariyan de binixumîne.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku xelkê Başûrê Kurdistanê ditirsr ku partiya Erdogan ji ber binkeftina xwe di hilbijartinên şaredariyan de lezê bide pêkanîna êrişê û wiha hat şîrovekirin; "Beriya niha jî serokê AKP’ê gelek caran pirsgirêkên xwe yên siyasî û aborî yên hundirîn rasterast derbasî Sûriyeyê û Iraqê kir. Serokê AKP’ê pirsgirêkên xwe bi rêya şerekê leşkerî li dijî baregehên koman û partiyên Kurd ên muxalifên rejîma Tirk derbasî her du welatan dikir."

‘NORMALÎZEKIRINA ÎSRAÎL Û EREBISTANA SIÛDIYÊ TALOQKIRÎ YE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ku serdana şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê DYA’yê Jake Sullivan a bo Riyadê hat taloqkirin. Hate diyarkirin ku armanca serdanê zindîkirina peymana normalîzekirina têkiliyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê ye ku ji ber şerê Hemas û Îsraîlê hatiye rawestandin.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên medyaya siûdî  "Washington hewl dide ku peymana normalîzkirinê ya di navbera Îsraîlê û Siûdî de bi awayekî serbixwe û dûrî bûyerên li Xezayê rû dide,  pêk bîne. Her wiha hewl dide bi lez vê peymanê pêk bîne, da ku bibe yek ji mijarên hemleya hilbijartinan a serokê DYA’yê Jeo Biden ku dê di navîna havîna bê de pêk were."

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Erebistana Siûdî  hewl dide asta şert û mercên xwe bilind bike. Li gorî Erebistana Siûdî mijara normalîzekirinê sûdê dide Îsraîlê, ev sûd ne tenê girêdayî destkeftiyên aborî  ji bo Îsraîlê, di heman demê de dê rola Îsraîlê li herêmê, dibe li cîhana îslamî bi awayekî mezin ji nû ve saz bike. Li gorî DYA’ê jî peyman dê wekî destkeftiyek mezin a siyaseta derve be.  DYA’yê dibîne ku bi avakirina "Peymanên Îbrahîm" a ji bo normalîzekirinê ku Erebistana Siûdî tev lê bibe hevgirtina herêmî xurt bike."

‘DI DAN Û STANDINÊN TÊKILDARÎ DÎLGIRTIYAN Û RAWESTANDINA ŞERÊ LI XEZAYÊ DE PÊŞKETINEKE MEZIN HEYE’

Dan û standinên agirbestê li Xezayê yek ji rojevên îro yên rojnameya Şerq El Ewsat in. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî payebilind girtine, di dan û standinên pevguhertina dîlgirtiyan û rawestandina şerê li Xezayê de "pêşketineke mezin" çêbûye.

Çavkaniyan diyar kir ku tevahî aliyan li ser mijarên sereke li hev kiriye û got: "Piştî dan û standinan şandeyên Qeter û tevgera Hemasê ji Qahîreyê derketin, lê di nava 2 rojan de vegeriyan da ku li ser xalên dawîn ên peymanê li hev bikin. Şandeyên DYA û Îsraîlê dê di çend saetên pêş de biçin. Şêwirên li ser peymanê dê di nava 2 rojên bê de dewam bikin."

(bb)