Agir bi bazara Lenge ya Hewlêr ket

Danê siharê carek din agir bi bazara Lenge ya Hewlêrê ket, agir hîn jî nehatiye kontrolkirin.

Agir bi bazara Lenge ya Hewlêr ket
8 nîsan, 2024   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên rojnews’ê , danê siharê carek din agir bi bazara Lenge ya Hewlêrê ketiye û heya niha jî nehatiye kontrolkirin. Tê gotin agir her ku diçe mezin dibe.

Divan kêliyan de tîmên parastina şaristaniyê li cihê bûyerêne û hewl didin agir kontrol bikin.

Hêjayî gotinê ye di 27’ê Sibata 2024’an de jî agir bi bazara Lenge ya Hewlêr ketibû û bi dehan dikan şewitîbûn.