Rojnameyên erebî: Nîşane tune ne ku şerê Îsraîl û Hemasê kêm bibe

Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de û metirsiyên ku şer li Deryaya Sor berfireh bibe rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Nîşane tune ne ku şerê Îsraîl û Hemasê kêm bibe
8 ÇILE, 2024   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya independent Arabia têkildarî şerê Îsraîl û Hemasê nûçeyek bi sernavê " Netanyahu soza domandina şer dide, metirsiyên ku şer berfireh bibe zêde dibin" weşand. Di nûçeyê de hat gotin: "Şerê Îsraîl û Hemasê derbasî meha xwe ya 4’an dibe, lê nîşaneyên ku şer kêm bibe tune ne, nemaze Îsraîlê asta êrişên xwe yên hewayî yên Kujer li ser Xezayê didome. " 

Di nûçeyê de hat îdîakirin ku Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Anthony Blinken hewl dide şer bi dawî bibe.

SERDANÊN JI BO HERÊMÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da serdana Anthony Blinken û berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell a ji bo herêmê. Di nûçeyê de hate gotin; "Blinken û Borrell ên serdana herêmê dikin hewl didin nehêlin şerê li Xezayê li Rojhilata Navîn berfireh bibe, lê herikîna xwînê ya domdar astengiyên li pêşiya van hewldanan nîşan dide."

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser geşedanên li Deryaya Sor. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku aliyên navxweyî û hin dewlet hewl didin zextê li serokê DYA’yê Jeo Biden bikin da ku li hemberî êrişÊN Hûsiyan ên li Deryaya Sor stratejiyeke dijwartir bigire. Hate gotin, "Diyar e Washington ji vê mijarê  dudilî ye, ev jî dide nîşandan ku Washington ne bawer e ku dê bi vê stratejiyê karibe pêşî li êrişÊN Hûsiyan bigire, berevajî vê dibe ku nêzîkatî çarçoveya şer berfirehtkir bike."

(bb)