Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan û TEV-DEM’ê peyamên sersaxiyê

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê û TEV-DEM’ê ji ber wefata Hedle Karayilan peyamên sersaxiyê dan.

 Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan û TEV-DEM’ê peyamên sersaxiyê
8 ÇILE, 2024   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber wefata dayika Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan Hedla Karayilan peyamên sersaxiyê dan.

Di Peyama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê de wiha hat gotin: "Me bi xemgîniyeke mezin nûçeya wefata Hedla Karayilan bihîst. Em sersaxiyê ji malbata heval Murat Karayilan, tevahî xizmên wî û gelê Kurdistanê dixwazin. Dayika Hedle bi xurtî beşdarî têkoşîna rizgariya Kurdistanê bû,  xwedî girêdaneke xurt bi doza Kurd a adilane bû. Her wiha bi eşqa xwe ya mezin û baweriya xwe ya kûr a bi azadiya Kuristanê re ji tevahî dayikên Kurd re bû mînak.”

Peyama TEV-DEM’ê jî wiha ye:

"Me bi xemgîniyeke mezin agahiya wefata dayika endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Parastina Gel (HPG) Murat Karayilan, Hedle Karayilan bihîst. Dayika Hedle ji dema damezrandina PKKˊê ve bi têkoşîne têr-tije jiyan kir. Malbata wê bi salan li hember siyaseta faşîzma Tirk li ber xwe da. Em sersaxiyê ji hevrê Murat Karayilan, malbata wî ya welatparêz, hemû heval û fermandarên tevgera azadiya Kurdistanê, tevahiya gelên Kurdistanî û pêkhateyên herêmê dixwazin."

ANHA