Di erdheja Japonyayê de 168 kes mirin û 323 kes jî winda ne

Di erdheja Japonyayê de heta niha 168 kesan jiyana xwe ji dest dane, 323 kes jî winda ne.

Di erdheja Japonyayê de 168 kes mirin û 323 kes jî winda ne
8 ÇILE, 2024   11:20
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Di 1’ê Çileyê de li nîvgirava Noto ya li Behra Japonyayê bi pileya 7,5’an Erdhej çêbû.

Li gorî rayedaran hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bûye 168 kes. Li gorî daneyên nû yên parêzgeha Ishîkawayê ku gelekî ji vê karesatê bandor bû, 565 kes jî birîndar bûne.

323 kes jî winda bûne û piraniya kesên winda ji bajarê Wajîmayê ne.

Piştî kareseta mezin bi sedan erdhejên biçûk û çêbûn, xanî û rê hilweşiyan û şewat derketin.

Bajarê Tokyoyê jî bi erdhejê hesiya. Erhej bi 300 kîlometreyî dûrî bajarê Wajîmayê qewimî.