Rojnameyên erebî: Gelo Hemas di qebûlkirina agirbestê de dereng ma?

Rojnameyên erebî di weşanên xwe de cih da şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrişa Hûsiyan li dijî keştiyên girêdayî Îsraîlê û rewşa li deriyê sînor ê Refehê.

Rojnameyên erebî: Gelo Hemas di qebûlkirina agirbestê de dereng ma?
8 gulan, 2024   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî rêveçûna lihevkirina agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de nûçeyek bi sernavê "Gelo Hemas di qebûlkirina agirbestê de dereng ma?" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku piştî artêşa Îsraîlê kete bajarê Refehê û eniya Fîladîlfiya (Selahûdîn) kontrol kir, xuya ye şansên pêkhatina agirbestê kêm bûn ku dewletên navbeynkar wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Misir û Qeterê dixwazin bi ser bixin.

Rojnameyê cih da şîroveyên hin analîzvanan ku Hemasê dereng bersiv daye bangên wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken ku bang li tevgerê kir lihevkirinê qebûl bike.

Rojnameya Wall Street Journal a amerîkî hefteya borî nivisîbû ku Îsraîlê hefteyek muhlet daye Hemasê ji bo ku lihevkirina guhertina dlîgirtiyan û agirbestê qebûl bike, yan jî dê êrişî Refehê bike.

Analîzvanan jî îşaret pê kir ku Hemas bi awayekî cidî nêzî hişyariyên DYA û Îsraîlê nebû û wek “fişarên derûnî” bi nav kir, da ku tawîzan bide.

BENDEWARIYA BERIYA ÊRIŞAN

Rojnameya El Exbar a lubnanî behsa rewşa li Deryaya Sor kir û diyar kir ku piştî aramiya çend rojan, êrişan ji nû ve dest pê kir.

Rojnameyê agahiyên xwe spartin çavkaniyên ji Hudeydeyê û diyar kir ku êrişên li dijî keştiyên leşkerî yên DYA û Brîtanyayê yên li Deryaya Sor û Kendava Edenê bi hêz dîsa dest pê kir.

Li gorî rojnameyê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) tenê pêkhatina êrişekê ragihand û di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku hêzên wê bersiv daye êrişa balafireke bêmirov. Lê belê ya balkêş ew e ku hêzên Senayê li gorî gelek çavkaniyan destnîşan kir ku di êrişan de herî kêm 4 balafirên bêmirov bi kar anîne.

Rojnameyê agahiyên xwe spartin çavkaniyên nêzî koma Ensarullah (Hûsî) û ragihand ku beriya çend rojan, hêzên yemenî tevgera hin keştiyan şopandiye ku berê xwe dane benderên Îsraîlê yên li Deryaya Spî. Li gorî rojnameyê, bi gelemperî tedbîrên wisa tê wateya ku dê bên hedefgirtin.

‘PIŞTÎ ŞER KÎ DÊ DERIYÊ SÎNOR Ê REFEHÊ BI RÊ VE BIBE?’

Rojnameya El Beyan cih da raporekê ku şîrketeke ewlehiyê ya amerîkî, dê deriyê sînor ê Refehê piştî bidawîbûna êrişa Îsraîlê li ser bajêr, bi rê ve bibe.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin rojnameya Haarts ku Îsraîl, DYA û Misir li ser vê mijarê li hev kiriye lê belê diyar nebû ku kîjan şîrket dê derî bi rê ve bibe.

Rojnameyê diyar kir ku hikumeta Îsraîlê tu daxuyaniyek têkildarî raporê neda û berdevkê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya DYA’yê John Kirby jî gotiye haya wî ji vê mijarê nîn e.

(şx)