Rojnameyên erebî: Fermandarên Şamê girupên çeteyan diparêzin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa kiryarên revandin û talankirinê li herêmên hikumeta Şamê, hewldanên bidawîkirina şerê li Xezayê û bandorên wê li ser Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Fermandarên Şamê girupên çeteyan diparêzin
30 cotmeh, 2023   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi sernavê ′Fermandarên ewlehiyê yên Şamê girupên çeteyan diparêzin û xeracê ferz dikin′ nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku fermandarên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê serweriya xwe ji bo qezenckirina pereyan bi rêbazên ne rewa bi kar tînin, têkiliyan bi komên çekdar ên revandin û talanê dikin re xurt dikin û xeracê li welatiyan ferz dikin. Li gorî rojnameyê, ev diyarde bi taybetî li parêzgeha Humsê pir belav bûye. Hat destnîşankirin ku hikumeta Şamê destwerdan kiriye, lê diyar e ku dê nikaribe fermandarên xwe kontrol bike û rê li vê diyardeyê bigire.

HEWLDANÊN BIDAWÎKIRINA ŞERÊ LI XEZAYÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî der barê şerê li Xezayê de bi sernavê “Peywendiyên Erebistana Siûdiyê ji bo bidawîkirina şer” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de cih da hewldanên rayedarên Erebistana Siûdî yên bi gelek dewletan re ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê û hat eşkerekirin ku Siûdiyê niyet dike ku lûtkeyeke erebî ya nû li dar bixe.

BANDORA ŞERÊ LI LUBNANÊ

Tora El Hura der barê heman mijarê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku duh (29 Cotmeh) di saetên sibehê de navbera Hizbullah û Îsraîlê li eniya başûrê Lubnanê şer derketiye. Hat destnîşankirin ku çarçoveya şerê li ser sînorên Lubnan-Îsraîlê berfireh dibe û “Tabûrên El Qesam-Lubnan” û Hêzên Fecir ên girêdayî wê jî zêdetir di nav şer de cih digirin.

(fr/c)