Îsraîlê carek din baregehên li Derayê hedef girtin

Balafirên şer ên Îsraîlê baregehên leşkerî û depoyên çekan ên nêzî herêma Colanê ya li ser sînorên Sûriye-Urdinê hedef girtin.

Îsraîlê carek din baregehên li Derayê hedef girtin
30 cotmeh, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku saet derdora 01:30`an piştî nîvê şevê balafirên şer ên Îsraîlê armanc, baergeh û depoyên leşkerî li derdora bajarê Newa yê li rojavayê Derayê hedef girtine.

Hat ragihandin ku ji ber êrişan dengê teqînên bi hêz hatiye bihîstin. Agahî hene ku di encama êrişan de windahiyên canî çêbûne.

SOHR`ê da zanîn ku vê berbangê ji herêma Til Cimûi ya leşkerî ya li rojavayê bajarê Newa êriş bi ser Colanê de hatiye kirin, li ser wê yekê Îsraîlê herêm topbaran kiriye.

Îsraîlê piştî şeva 25`ê Cotmehê jî depoyên çekan ên li tabûra Radar a li derdora bajarokê Qerfa, Lîwa 12 a li herêma Izre ya bakurê Derayê bombebaran kiribû, di encamê de 14 leşkerên Şamê ku 4 ji wan efser bûn hatibûn kuştin, 7 jî birîndar bibûn.

(c)