Ev 6 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayên wergirtin

Ev 6 roj in agahî ji endamê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatiye revandin, nayên wergirtin. Desthilata herêmê têkildarî mijarê tu daxuyaniyan nade.

Ev 6 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayên wergirtin
30 cotmeh, 2023   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed dema ku bi rêya deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) ji Rojavayê Kurdistanê diçû Başûrê Kurdistanê (25`ê Cotmehê) ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hat revandin. Ev 6 roj in tu agahî jê nayên wergirtin.

Silêman Ehmed nêzî 5 sal in wekî edîtorê beşa erebî ya Rojnewsê li bajarê Silêmaniyê kar dike.

Ajansa Rojnewsê têkildarî mijarê daxuyanî dabû, binçavkirina endamê xwe şermezar kiribû û daxwaz kiribû ku tavilê bê berdan.

Dayika Silêman Ehmed jî bi rêya ajansa me bang li desthilata Başûrê Kurdistanê kir ku çarenûsa zarokê wê di zûtirîn dem de eşkere bike.

Piştî ku agahiya revandina Silêman Ehmed hat piştrastkirin, gelek saziyên çapemeniyê, sendîka û siyasetmedarên Iraqê û Başûrê Kurdistanê bûyer şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku çarenûsa wî eşkere bike.

(c)