Rojnameyên erebî: DYA’yê biryar da ku bendereke demkî li Xezayê çêke

Dosyaya mirovî ya li Xezayê û agirbesta li Sûdanê di meha Remezanê de, rojevên sereke yên rojnameyên erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: DYA’yê biryar da ku bendereke demkî li Xezayê çêke
9 adar, 2024   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî biryara serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ku bendereke demkî li berava Xezayê bê avakirin, nûçeyek bi sernavê "Bendera amerîkî li Xezayê fişarên li ser Biden ên têkildarî dosyaya mirovî sivik dike û rola Misirê sînordar dike" parve kir. 

Rojnameyê diyar kir ku vê biryarê der barê armanca wê de pirs çêkirin; gelo gihandina alîkariyan bi rêya deryayê yan jî li pişt vê gavê armancên veşartî hene ku rola Misirê bi dawî bibe?

Rojnameyê destnîşan kir ku armanca aşkera ew e ku fişarên siyasî yên li ser Biden ên têkildarî dosyaya mirovî li gel rexne û fişarên cuda ji aliyê Partiya Demokrat ve ku Îsraîlê îqna bike, ji bo ku bihêle alîkarî derbas bibin.

‘ŞERÊ LI XEZAYÊ; JI BO 2 DEWLETAN 3 MODEL’

Rojnameya The Independent Arab di nûçeyeke xwe de cih da analîza nivîskarê lubnanî Refîq Xûrî. Li gorî Xûrî ji dema biryara sala 1947`an ve dawiya gengeşiya "cudakirina her du dewletan" li Filistînê tune ye, lê belê gengeşî piştî "Tûfana El Eqsa" û şerê li Xezayê kûrtir bû.

Li gorî rojnameyê Xûrî di analîza xwe de behsa 3 modelên dewletan dike, ya yekê dewletek ji bo her du gelên Filistîn û Îsraîlê, lê belê Îsraîl û Filistîn vê modelê red dikin. Modela din jî avakirina yek dewletê ji bo gelê Îsraîlê di "erdê sozpêdayî" de li ser kavilên Filistîn û gelê wê, lê belê ev model sedema nakokiya daîm e û ne pêkan e bi milyonan filistînî li hundir û derve ji holê bên rakirin. Modela sêyemîn jî tecrubeya Hemas û Fetih di desthilata nîştimanî ya Filistînê de ku cudabûna bi hêzê û qutkirina Xezayê ji Dîfa Xerbiyê heye.

‘QIRKIRINA JI HEWAYÎ, ALÎKARIYA JI DERYAYÊ’

Rojnameya El Quds El Erebî jî girêdayî rewşa mirovî ya li Xezayê di nûçeya xwe de cih da biryara Washingotinê ya ji bo bersivandina hişyariyên rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku birçîtî li Xezayê belav bûye.

Rojnameyê da zanîn ku artêşa DYA’yê biryar daye bendereke demkî li Xezayê ava bike, ji bo ku alîkarî bi rêya deryayê bigihêje Xezayê, piştî bûyera ketina alîkariyan ji hewa li ser serê şêniyên Xezayê û di encamê de herî kêm 5 kes mirin û gelek jî birîndar bûn. Di heman demê de rojnameyê diyar kir ku DYA’yê bi vê biryarê helwest nîşanî hewldanên Îsraîlê da ku birçîbûnê wek çekekê bi kar tîne, ji bo ku vîna xezayiyan têk bibe û fişarê li komên Filistînê bike.

‘MECLISA EWLEHIYÊ BIRYAR DA AGIRBEST LI SÛDANÊ DI REMEZANÊ DE PÊK WERE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî têkildarî agirbesta li Sûdanê nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hate diyarkirin Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê roja înê biryar da ku agirbest li Sûdanê di Remezanê de pêk were. Di rojnameyê de hate diyarkirin ku 14 endamên meclisê, pêşniyara Brîtanyayê erê kir û tenê Rûsyayê deng neda.

(şx)