Di topbarana li ser Şehbayê de 2 kes birîndar bûn

Di topbarana li ser gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê de 2 şênî birîndar bûn. Hate zanîn rewşa wan giran e.

Di topbarana li ser Şehbayê de 2 kes birîndar bûn
9 adar, 2024   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê bi çekên giran topbaran kiribû. Hate zanîn di encama wê topbaranê de 2 şênî birîndar bûne.

Şêniyê bi navê Mihemed Talib Himêdan (40) ji zik û ranê xwe yê rastê birîndar bûye û kurê wî Talib Mihemed Himêdan (17) jî ji aliyê çepê yê zikê xwe birîndar bûye.

Her du birîndar li Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê têne dermankirin û rewşa wan giran e.

Dewleta Tirk a dagirker rojane gundên li eniyên şer bi balafirên bêmirov û çekên giran topbaran dike, ruxmî ku şênî lê hene.

(şx)

ANHA