Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Têkildarî şewitandina navendên ENKS’ê lêpirsîn hatiye destpêkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku der barê şewitandina navendên ENKS’ê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Têkildarî şewitandina navendên ENKS’ê lêpirsîn hatiye destpêkirin
9 adar, 2024   11:27
NAVENDAN NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de têkildarî mijarê ev agahî hatin parvekirin:

“Roja Înê (01.03.2024) li bajarê Kobanê çend kesên ku karên xerab dikin, nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd-Sûriyê (ENKS) şewitandin. Her wiha şeva çarşemê (6.3.2024) ev bûyer li bajarê Amûdê jî qewimî.

Piştî ku agahî hatin, hêzên me dest bi lêkolînên berfireh kirin û ji bo dîtina kiryaran lêpirsîn da destpêkirin.

Hêzên me piştrast dikin ku lêpirsînên ji bo aşkerakirina rewşa 2 bûyerên şewatê û girtina kiryaran didomin."