Rojnameyên erebî: Barzanî peyamên amerîkiyan gihandin komên şîe

Di manşetên îro yên rojnameyên erebî de, dan û standinên agirbestê Hemas û Îsraîlê û helwesta Hizbullahê ya li hember vê yekê û serdana Mesûd Barzanî ji bo Bexdayê hebûn.

Rojnameyên erebî: Barzanî peyamên amerîkiyan gihandin komên şîe
6 tîrmeh, 2024   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê geşedanên li başûrê Lubnanê de nûçeyek bi sernavê "Hizbullah bi fikar e ku li derveyî lihevkirina agirbestê be" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku nîşaneyên lihevkirina Hemas û Îsraîlê zêde dibin û li hember vê jî Hizbullah bi fikar e ku ji lihevkirina bi navbeynkariya hêzên herêmî û amerîkiyan çêdibe, were paşguhkirin û rûbirûyî şerê bi Îsraîlê re bimîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku Hemas spasiya Hizbullahê dike û hewl dide bi awayekî nerasterast be jî, wê tev li dan û standinên agirbestê bike. Ji ber wê Hemas bersiva xwe li ser pêşniyarên navbeynkarên misrî û qeterî dereng dixe. Ji lew re saziyên filistînî tevgerê tawanbar dikin ku berjewendiyên Hizbullahê di ser êş û giyanê filistiniyan re digirin. Di heman demê de têkildarî qebûlkirina tevgerê, însiyatîfa serokê DYA’yê Joe Biden piştî mehekê gelek pirs çêkirin.

Rojnameyê cih da nirxandina hin çavdêran ku Hizbullah bi tena serê xwe tev nagere, teqez bi erêkirina Îranê li Dohayê bi Hemasê re dicive, ji bo ku agirbest pêk were û di şerê li dijî Îsraîlê de bi tenê nemîne.

‘HEMASÊ ÇI ÎMZE KIR Û PÊŞNIYARÊN WÊ ÇI NE?’

Rojnameya El Erebî El Cedîd ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî payebilind ê Hemasê wergirtine, da zanîn ku lihevkirina guhertî ya der barê agirbesta li Xezayê de, tenê bi serbestberdana dîlgirtiyên îsraîlî dê were qebûlkirin.

Rojnameyê di berdewama nûçeya xwe de naveroka pêşniyarê bi bîr xist ku navbeynkar dê lihevkirineke demkî ya agirbestê, gihandina alîkariyan û vekişîna hêzên dagirkeriyê dabîn bikin, bi şertê ku dan û standinên nerasterast ên ji bo pêkanîna pêvajoya duyemîn a lihevkirinê dewam bikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku hemwextî bidawîkirina serdana Dohayê ya serokê MOSSAD’ê David Barne, piştî ku bi navbeynkarên qeterî re têkildarî agirbestê û serbestberdana dîlgirtiyan dan û standin kir, lihevkirina serbestberdana dîlgirtiyan beriya bidawîbûna hefteya 5`an a pêvajoya duyemîn, temam dibe.

Rojnameyê cih da daxuyaniya berdevkê nivîsgeha serokê hikumeta dagirkeriyê Benjamin Netanyahu ku Til Evîv dê hefteya bê şandeyên xwe bişîne Dohayê ji bo ku dan û standinên agirbestê li Xezayê vejînin û da zanîn ku her du alî ji hev dûr ketine.

‘KOMÊN XWECIH JI SERDANA BARZANÎ YA JI BO BEXDAYÊ ACIZ IN’

Rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeya xwe de cih da serdana serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ya ji bo Bexdayê û diyar kir komên şîe yên girêdayî Îranê yên bi navê "Ketaîb Hizbullah" tên naskirin, ji civînên wî yên li Bexdayê aciz in û serdana wî wek "roleke amerîkiyan" bi nav kir.

Rojnameyê diyar kir ku Barzanî di serdana xwe de nakokiya di navbera her du aliyan de bi dawî kir û destnîşan kir ku "çareseriyên daîmî jî girêdayî dilsoziya her du aliyan in".

Rojnameyê nirxandina hin rojnamevanên iraqî parve kir ku Barzanî "bi serokên partiyên şîe re hişyariyên têkildarî cezayên amerîkiyan" parve kirine, heke Bexda tevgera muhtemel a komên li herêmê kontrol neke.

(şx)