Rojnameya El Şerq: Pûtîn Sibatê serdana Tirkiyeyê dike

Çavkaniyan diyar kirk u Erdogan û Pûtîn dê geşedanên şerê li Xezayê, dosyaya Sûriye û ewlehiya enerjiyê nîqaş bikin.

Rojnameya El Şerq: Pûtîn Sibatê serdana Tirkiyeyê dike
22 ÇILE, 2024   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Şerq a Siûdiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomasî, ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li gor vexwendnameyeke fermî ji hempîşeyê wî yê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, 12`ê Sibatê serdana Enqereyê dike. 

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku Erdogan û Pûtîn dê geşedanên şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, dosyaya Sûriyeyê û enerjiye ewlehiyê nîqaş bikin.

Lê belê agahiyên dîtir der barê serdana Pûtîn de parve nekirin. Girêdayî heman mijarê berdevkê Kremlin Dmitriy Peskov înê got dema sedana Pûtîn ji Tirkiyeyê û Kora Bakur re hîna diyar nebûye û bi rêya aliyên dîplomasî hîna nîqaş li ser tê kirin.

Serokê Rûsyayê, Tebaxa 2022`yan re bi hempîşeyê xwe yê Tirk re li Soçiyê gelek dosya nîqaş kiribûn jê şerê li Ukrayna û enerjî.

(şx)