ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-02-2026
8 sibat, 2026   02:00

Xelkê herêma Aliyan diyar kir ku heyanî mafên gelê Rojava di destûra bingehîn de mîsogerkirî nebin, wê jiyana wan di xetereyê de be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ava ji stasyona Elokê li ser zêdetirî milyonek û nîv şêniyên bajarê bajarê Hesekê û gundewarên wê biriye. Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê banga vekişîna hêzên Tirk ji herêmê û berdana ava Elokê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê diyar kir ku yekitiya Kurdan di vê pêvajoyekê de pêdiviyek e û got yekitî mîsogeriya bingehîn a parastina maf û destkeftiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li odeyeke mîna hucreyekê de Elîsar Îbrahîm a Elewî ji bo ku zarokên koçber ên Kurd ji xwendinê qut neke dersan dide wan. Zarok jî hezkirinê xwe yên ji bo dîtina dersan anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên ji bajarê Kobanê diyar kir ku tevî dorpêça herî giran li ser bajarê Kobanê û zehmetiyan jî, ew di xeta berxwedanê de biryardar in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Peymana 29’ê Çileyê li Hesekê û Kobanê dikeve meryetê. Di vê çarçoveyê de civîn li ser asta îdarî, leşkerî û ewlehî tên lidarxistin. Hêzên ewlekariyê li xalên hatine destnîşankirin, bicih bûne û parêzger jî tavilê dest bi wezîfeya xwe kir. Gelo dê av gav bibe destpêka jinûve birêxistinkirina sazumaniyên ewlehî, rêveberê û xurtkirina tevkariyê di navbera herdu aliyan de ye?