ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-2-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-2-2024
7 sibat, 2024   02:00

Welatiyên kantona Minbicê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan afrînerên aştiyê ye û got, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger nebe azadî û aştî li cîhanê pêk nayên. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha ji sedî 80 ji parên yekemîn a mazota avdanê li cotkarên gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê belav kir. Belavkirin dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çavkaniyek HRE’yê agahiyên nû der barê çalakiya fedaî parve krin ku di Çileyê de li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiribû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan û Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê konferansek bi navnîşan "Azadiya Rêber Apo kilîta aştiyê ji doza Rojhilata Navîn re ye" li Hola Star Layt a Helebê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Hesekê 5 şehîdên QSD`ê ku di êrişa milîsên Îranê li Dêrazorê de şehîd bûne li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

TEV-ÇAND`ê sibe konferansa xwe ya 8`an li Navenda Çand û Hunerê  ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê saet di 10:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA