Yekitiya Jinên Êzidî: Em hewldanên hêzên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê silav dikin
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi daxuyaniyekê hewldanên hêzên ku Operasyona Mirovî û Ewlehiyê meşandine û şervanên ku jina êzidî Kovan Ebdo ji lepên DAIŞ`ê xilas kirine silav kirin.
![Yekitiya Jinên Êzidî: Em hewldanên hêzên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê silav dikin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202402/image_870x_65c27cb9d7668.jpg)
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava têkildarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de yekitiyê, hewldanên hêzên di operasyonê de beşdar in silav kirin û diyar kir ku Operasyona Mirovî û Ewlehiyê gelek girîng e ji bo ku xetereya DAIŞ`ê ji holê rabe û şaneyên DAIŞ`ê yên êrişan dikin, tune bibin.
Her wiha yekitiyê şervanên YPJ`ê silav kirin ku jina ciwan Kovan Ebdo ji lepên DAIŞ`ê xilas kir û got: "Bi vê boneyê, em şervanên YPJ`ê silav dikin. Em ê li kêleka şervanên xwe bin û berxwedana wan silav bikin. Em careke din soza xwe bi şehîdên fermana 74`an û tevahî şehîdên azadiyê dubare dikin ku tola wan hilînin û dev ji rêya berxwedanê û têkoşînê bernedin."
(şx)