ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-3-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-3-2024
4 adar, 2024   02:00

Fermandara YPJ`ê Rojda Felat diyar kir xebatên wan ji bo xurtkirina YPJ`ê berdewam in û got “Divê di her alî de yekitî û têkoşîna hevpar a jinan çêbe. Îsal dê ji bo jinan gelekî serkeftî be.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray diyar kir ku xebatên hilbijartinê yên li Amedê bi coş dewam dikin û got “Qeyûman êrişî çanda me, zimanê me û saziyên gel kir. Nehiştin zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Em ê van saziyan dîsa bixin ber xizmeta wan a esasî. Em ê saziyên jinan dîsa veguherînin saziyên ku pirsgirêkên jinan çareser dikin.” (BI WÊNE)

Yûlyana ya 12 salî bi berhemên xwe yên bimorîk beşdarî Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pabendiya cotkaran bi şîretên çandiniyê di mewsima kesixandina daran de dihêle zirarên ku li daran tên, kêm bibe, berhem û cûreyê wê baştir bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Projeyên Kooperatîfan a Kantona Firatê kooperatîf ava kirin û 50 malbatên ji Girê Spî ji wan kooperatîfan sûdê wergirtin. Her wiha hewldana avakirina kooperatîfên din tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan şehîd Nizamdîn Silêman li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê oxir dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Çilaxa li navîna rêya giştî daran diçîne, broşûrên li ser 8`ê Adarê bealv dike, serdana Mala Birîndaran dike û gulan ji wan re pêşkêş dike saet di 10.00`an de. Di heman çarçoveyê de li navçeya Tirbespiyê Kongra Star dar li têketina navçeyê diçîne saet di 10:00`an de, li Hesekê Kongra Star serdana saziyan dike, Yekitiya Jinên Ciwan li parka Şehîd Zevîn şahiyekê li dar dixe saet di 10:00`an de, Kongr Star li bajarokê Behre Xatûniye yê navçeya Holê şahiyekê li dar dixe saet di 15:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a navçeya Çilaxayê dikana madeyên xwarinê vedike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Pêşxistin û Guhertina Nîştimanî ya Dmeokratîk kongreya xwe ya giştî li Seyrangeha Çeto ya li Hesekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Şêniyên navçeya Amûdê ji qada Şehîd Cîhad dimeşin saet di 11:00`an de, her wiha Meclisa Werzîşê ya kantona Cizîrê Mîhrîcana Werzîşê li hola werzîşê ya li Qamişloyê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a PYD`ê ya kantona Firatê bi dirûşma "Werin em 8`ê Adarê bikin roja têkoşîn û berxwedanê" li hola Newroz a Kobanê panelek li dar dixe saet di 11:00`an de, Yekitiya JInên Ciwan a kantona Firatê meşek li bajarê Kobanê li dar dixe ku ji qada Jina Azad dest pê dike saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)