ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 – 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 – 10 – 2024
31 cotmeh, 2024   02:00

Şêniyên Dirbêsiyê û Holê yên kantona Cizîrê kêfxweşiya xwe bi hevdîtina li gel Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi ramanên xwe çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantonên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê 4 ‘komîteyên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan’ ava kirin. Her çar komîteyan xwe bi rêxistin kir û dest bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayika Mewlîde soz dabû ku rêya kurê xwe yê şehîd Mahir Şêxo temam bike, lewma pêşengiya çalakiyên ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnasan destnîşan kir ku ji bo belgekirina sûcên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêl artêşa dewleta Tirk a dagirker ve, pêşkêşkirina wan sûcan ji dadgehên navneteweyî û aliyên têkildar re ku Tirkiye li ser sûcên xwe hesab bide û êriş werin bidawîkirin, pêwîstî bi hevgirtinê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Îsal li Şedadê hejmara xwendekaran zêde bû û bi wê re hejmara mamosteyan jî zêde bû. Navenda Perwerde û Fêrkirinê hewl dide xebatên xwe bi pêş bixe ji bo ku nifşekî zana bigihîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Ermen ên Demokratîk kongreya xwe ya damezirîner a 1’emîn bi dirûşma “Bi ruh û rêxistinkirina ciwanên Ermen em faşîzmê têk bibin û civaka exlaqî ya siyasî ava bikin” li bajarê Hesekê li dar dixe, saet di 09:30’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD’ê ya kantona Firatê komcivînekê li ser Roja Kobanê ya Cîhanê li Navenda Çandê ya bajarê Kobanê li dar dixe, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Feysel Îsa Mela Elî li goristana şehîdan a bajarê Şedadê oxir dikin, saet di 11:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)