Hizbullah 2 baregeh û kampeke leşkerên Îsraîlê hedef girtin

Hizbullah bi moşek û balafirên bêmirov 2 baregehên leşkerî û kombûnên leşkerên Îsraîlê li hundirê kampekê hedef girtin.

Hizbullah 2 baregeh û kampeke leşkerên Îsraîlê hedef girtin
30 cotmeh, 2024   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullah, vê êvarê, ragihand ku wê 2 baregehên leşkerî yên Îsraîlê ku ji wan yek li nêzî bajarê Eka ye û kambûneke leşkerên Îsraîlê li hundirê kampekê li nêzî bajarê Heyfa li bakurê Îsraîlê hedef girtin.

Hizbullah diyar kir ku çekdarên wê bi moşek û balafirên bêmirov baregeha Ein Shemer a li rojhilatê Hadera û baregeha Shraga li bakurê bajarê Eka, her wiha kombûnên leşkerên Îsraîlê li hundirê kampa Elyakim ê li başûrê Heyfa bombebaran kirin.

Hizbullah diyar kir ku wê armancên Îsraîlê hedef girtin, her wiha Îsraîlê nikarî bersiva balafirên bêmirov ên ku demekê li asîmanê bûn, bida.

(mh/fr)