ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 – 11 – 2024
30 mijdar, 2024   02:00

Şêniyên ji Tirbespiyê sîstema îşkence û qirkirinê şermezar kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin hetanî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, di avakirina sîstema xweseriya demokratîk de, bi armanca ku hemû beşên civakê jî tevlî mekanîzmaya biryaran û pêkanînê bibin, meclisên rehendan tên avakirin. Hevseroka Desteya Maf û Edaletê Mizgîn Hesen li ser mijarê agahî dan ANHA’yê. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber êrişên deweta Tirk a dagirker cotkarên kantona Minbicê nikarin zeytûnan biçinin û salane bi qasî milyonek û 755 hezar dolar ziyana cotkaran dibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Li kantona Reqayê hin cotkar bacanên sor ne di dema xwe de diçînin û di zivistanê de têne xeckirin. Ev bacanên ku bi navê ‘bacanên kayê’ têne naskirin, têra sûka herêmê dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Sekreteriya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar diyar kir ku ew avakirina sazûmaniya Rêya Sûriyeya Demokratîk û hevdîtinan li gel tevahî hêzên siyasî yê sûriyeyî didomînin. Derar destnîşan kir ku piştî ragihandina encamnameyê helwestên erênî li hemberî Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk derketin pêş. BI WÊNE

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê merasîma bîranîna şehîdên mehên Cotmeh û Mijdarê li Nivîsgeha PYD’ê li dar dixe (10:00). Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê merasîma bîranîna şehîdan li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Pêşangeha Şêwekariyê ya ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Rêvebdeiya Xweser a kantona Cizîrê ve hatiye lidarxistin, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo di roja xwe ya 3’yemîn (roja dawîn) de didome (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Turnuvaya Kişikê ya ku ji aliyê Yekitiya Werzîşê ya kantona Cizîrê ve hatiye lidarxistin di roja xwe ya 2’yemîn de li bajarê Qamişlo didome û tê de navên lîstikvanên serkeftî tên diyarkirin û ew tên xelatkirin(10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Firatê şervanê YPG’ê Cîhad Bîrdoxan û şervanê HXP’ê Dilovan Termîk li goristana şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê oxir dikin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê merasîma bîranîna rêvebera yekitiyê Ronahî Amanos li kafîteryeya Xabûr li dar dixe (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN