Balafirên Rûsyayê bajarê Marê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî bajarê Marê yê bakurê Helebê ku di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ye, êrişên hewayî pêk anîn.

Balafirên Rûsyayê bajarê Marê bombebaran kir
29 mijdar, 2024   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bajarê Marê yê dagirkirî yê bakurê Helebê êrişên hewayî pêk anîn.

Duh jî balfirên şer ên Rûsyayê li dijî baregeheke çeteyan a bajarê Marê êrişên hewayî pêk anîn. Di encama wan de bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin.

(mh)