ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-01-2024
30 ÇILE 2024   02:00

 Rûspiyên êlên kantona Reqayê destnîşan kirin ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên kantona Cizîrê hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got: "Yê ku hevkariya dijminê Kurdan bike em wî efû nakin. Kiryarên PDKˊê dikevin xizmetî dijminên herêmê yên ku hewl didin gelên bi hev re dijîn qir bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rayedaran diyar kir ku xisarên ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker milyar dolar derbas kiriye. Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Talet Yunis aşkera kir ku ji bo peydakirina xebatan ji welatiyan re, saziyên rêveberiyê di nava seferberiyê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Geşedanên bilez ên li Rojhilata Navîn û aloziyên li gelek deverên herêmê, piştî ku wezîrê karên derve yê DYA’yê got şerê li Xezayê dibe ku bibe şerekî herêmî, nemaze piştî kuştina leşkerên DYA’yê li Urdinê, nîşan didin ku alozî didome. Gelo çi li benda Rojhilata Navîn e, dê şerekî herêmî rû bide yan na? (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li navenda xwe ya li taxa Kornîş a Qamişloyê li ser biryara 2254ˊan a ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê semînerekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarokê Baxozê yê rojhilatê Dêrazorê li ser pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê û plana pêşerojê ya partiyê civînekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA