Xisara ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser stasyonên kehrebe û petrolê milyar dolar derbas kir

Rayedaran diyar kir ku xisarên ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker milyar dolar derbas kiriye. Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Talet Yunis aşkera kir ku ji bo peydakirina xebatan ji welatiyan re, saziyên rêveberiyê di nava seferberiyê de ne.

Xisara ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser stasyonên kehrebe û petrolê milyar dolar derbas kir
30 ÇILE, 2024   04:37
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Di encama bombebarana balafirên şer û yên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên stratejîk û ximzeguzariyê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, stasyonên kehrebeyê li piraniya navçe û bajarên kantona Cizîrê, stasyonên petrolê û gazê yên Tirbespiyê, Dêrik û Rimêlanê rawestiyan û zêdetirî 5 milyon kes bê kehrebe, gaz û av man.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê bi hemû derfetên xwe hewl da xebatan bi rêbazên alternatîf ji welatiyan re peyda bike. Ji bo wê bîrên avê bi jeneratoran xebitandin ji bo ku avê bi rêya sahrîcan bigihînin welatiyan. Her wiha tûpên gazê bi nirxê lêçûnê peyda kirin û bi awayekî bilez gaz ji welatiyan re peyda kir.

Stasyonên ku hatine hedefgirtin gelek girîng in, ji ber ku kehrebeyê ji aşxane, nexweşxane, bîrên avê û ji 8 navçeyên li rojhilatê kantona Cizîrê û beşekê Qamişloyê, Dêrikê û gundên derdorê re peyda dike. Her wiha tûpên gazê jî dabîn dike.

Gerînendetiya Zeviyên Rimêlanê, hîna bîlançoya xisarên bombebaranê çêdike. Li gorî berpirsekî gerînendetiyê, zirar milyar dolarî derbas kiriye.

Heman çavkanî destnîşan kir ku stasyonên navborî bi temamî rawestîne. Heke amûrên pêwîst ji derve neyên peydakirin, xebitandina wan zehmet e û got zirarên li stasyona veguhastinê ya Siweydiyê bûye 3 milyon û 500 hezar dolar, zirarên li stasyona veguhastinê jî bûne 2 milyon û 500 hezar dolar. Para herî mezin a ziraran, a kargeha gazê û 12 torbînên gazî yên derxistina kehrebeyê bû ku bi temamî rawestiyan û heta niha rêjeya xisaran nehatiye diyarkirin.

MEŞANDINA KAR LI GEL REWŞA AWARTE

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Talet Yunis diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker binesazî, navendên xizmetguzariyê û aboriyê yên xebatan û pêdiviyên bingehîn ji zêdetirî 5 milyon kesî re peyda dikin, bombebaran kirin.

Yunis wiha domand: "Li gel êrişan, Rêveberiya Xweser hewl da bandorên wê li ser welatiyan sivik bike. Ji bo wê, xebatên xwe zêde kirin, di nava saziyan de rewşa awarte ragihand, av, mazot û nan peyda kir. Gaz ji derve anî û bi nirxê lêçûnê li welatiyan belav kirin."

Li rex wê jî li gorî Yunis aşkera kiriye, rêveberiyê bîr, firne, nexweşxane û aşxane bi rêya jeneratoran xebitandin, av bi sahrîcan li welatiyan belav kirin û xebatên belavkirina gaz û mazotê li welatiyan domandin.

Yunis destnîşan kir ku di parastina herêmê û ji nû ve sererastkirinê de, xwe dispêrin gelê herêmê, yekitiya pêkhateyan û rêveberiya wê, ji ber ku komplo li dijî hebûna gel, piştgiriya wî ya ji bo saziyên Rêveberiya Xweser û yên parastina wê ye.

(şx)

ANHA