ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 – 7 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 – 7 – 2024
28 tîrmeh 2024   02:00

Endamê Înisiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewama komployê ye û armaca dewleta Tirk ji tecrîdê tunekirina Kurd û kurdistaniyan e.

Partiyên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji sala 2023`yan ve li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê û yekrêziyê xebat dimeşînin, wê di Tebaxê de konfransê pêk bînin.

Şêniyên bajarê Tirbespiyê hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku destkeftiyên gelê Kurd biparêze û li yekitiya kurdî vegere.

Jinên ji Çilaxayê diyar kir ku jin û gelê herêmê li hember êrişan girîngiyeke mezin didin mezinkirina têkoşînê û yekitiyê û got "birçî jî bimînin dê dev ji axa xwe bernedin".

Nîşaneyên heyî didin xuyakirin ku çavkaniyên xwezayî li kantona Cizîrê bi paş ketine. Pisporan bal kişand ser polîtîkayên avê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne û got ev polîtîka ji bo ewlehiya xurekê û cihêrengiya biyolojîk û siberoja herêmê xeternak in.

Di rojnameyên Erebî yên hefteya borî de behsa Ragihandina Pekînê, hilbijartinên Venezuelayê, hilbijartinên Amerîkayê, hewldanên nêzîkbûna Tirkiyeyê bi Şamê re û êrişên Tirkiyeyê bo nava Başûrê Kurdistanê û Iraqê, hatin kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ji bo 51 şehîdên di dem û cihên cuda yên mehên Hezîr û Tîrmehê de şehîd bûbûn, li Navenda Çandê ya Rimêlanê merasîmekê li dar dixe, saet 10:00ˊan, her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo şehîdên Tîrmehmê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan merasîmekê li dar dixe, saet 20:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mala Êzidiyên Helebê têkildarî komkujiya Şengalê sînevîzyonekê li hola 8ˊê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê pêşkêş dike, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi koordînaya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo filma ˊRêberên Şoreşêˊ tê pêşkêşkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN