‘Em şahidên berxwedana 58 rojan bûn’

Jina efrînî Emîne Silêman di her kêliyê de bû şahida komkujiya li Tirindê û ya taxa Mehmûdiyê. Berpirsyariya herî mezin jî hilda ser milê xwe û berxwedana xwe didomîne.

‘Em şahidên berxwedana 58 rojan bûn’
‘Em şahidên berxwedana 58 rojan bûn’
28 adar, 2024   06:20
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Efrîn herêma herî ewle bû. Kurd, Ereb, Tirkmen û tevahî pêkhate di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi aramî lê dijiyan. Lê dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çileyê de êriş kir û gel 58 rojan berxwedaneke lehengiyê nivîsand.

Şahideke berxwedana 58 rojan û şahida komkujiya Tirindê û ya taxa Mehmûdiyê Emîne Silêmen, ji ajansa me re axivî.

Emîne Silênan ji gundê Tirindê ye. 3 zarokên wê hene. Emîneyê cihê xwe di nava berxwedana 58 rojan de girtiye.

Emîneyê diyar kir ku wê di parastina tax, kolan û gundê xwe de cih girtiye û wiha got: “Min cihê xwe di parastina taxa gund û herêma Efrînê de girt. Her wiha min di navenda tenduristiyê de jî birîndar tedawî kirin.”

Emîneyê wiha behsa komkujiya Tirindê kir: “Di rojekê de, tenê 4 malbat di gund de mabûn. Yek ji van malbatan hate hedefkirin. Di wê komkujiyê de 3 zarok şehîd bûn. Êşa herî mezin me kişand û heya dawiyê jî em ji gundê xwe derneketin. Me şehîdên xwe jî oxir kirin.”

Emîne piştî derketina ji gund berê xwe dide taxa Eşrefiyê ya Efrînê. Li Eşrefiyê jî tê dikoşe û parastina taxê dike.

Emîneyê qala komkujiya taxa Mehmûdiyê jî kir û wiha got: “Her roj topbarana dewleta Tirk zêdetir dibû. Di dilê me de metirsî çêdibû. Her wiha êşa me mezintir dibû. Her kesî dikir ku zarokên xwe ji ber topbaranê xelas bike. Komkujiya taxa Mehmûdiyê baş tê bîra min. Yê ku hişt ez gelekî biêşim, me cenazeyên xwe li şûna xwe hiştin.”

Emîneyê wiha got: “Rêxistinên navneteweyî û mirovî li hemberî komkujiyan û kiryaran bê deng bûn û hîna jî bêdeng in."

Emîne Silêman wiha lê zêde kir: “Me li Efrînê 58 rojan li ber xwe da. Em ê niha jî li ber xwe bidin da ku em vegera xwe mîsoger bikin. Ji bilî berxwedan û têkoşînê em tiştekî din napejirînin.”

ANHA