ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-05-2024
27 gulan, 2024   02:00

Rewşenbîran li kantona Tebqayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û "cezayên dîsplînê" şermezar kirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji van cezayan armanc dike ku Rêber Abdullah Ocalan ji "mafê hêviyê" bê par bihêle.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat Îbrahîm û endamê PYD’ê Elî El Salih piştgirî da siyasetmedarên girtî yên di ’Doza Kobanê’ û diyar kir ku "Girtiya siyasetmendaran siyaseta ya li dijî têkoşîna azadiyê nîşan dide."

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina zeviyên xwe yên çandiniyê nobetê li ser rêyan û di nav zeviyan de digirin.

Jinên Efrînî yên ji warên xwe koçber bûne, li hember siyasetên piştaftinê û qirkirina çandî li ber xwe didin. Beşek ji vê berxwedanê, çêkirina qenewîç e. Ev rêbaza hunerê, rengên xwezaya Efrînê vedibêje.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê mazota zivistanê ya sobeyan li welatiyan belav dike.

ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo azadiyêˊ mîhrîcana propagandaya hilbijartinên şaredariyan li rojavayê kantona Dêrazorê li herêma Seba Kîlo li avahiya Yekitiya Civaka Sivîl li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Amûdê ya kantona Cizîrê şehîdên mehên Nîsan û Gulan li Nivîsgeha PYDˊê bi çalakiyekê bi bîr tîne, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zanîngeha Rojava li avahiya zanîngehê ya Qamişlo şahiya derçûna xwendekaran li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Qamişlo hemleya paqijiyê ya dilxwazî ji Çerxerêya Xelîc ve dest pê dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KNKˊê di salvegera damezrandina xwe de li Xwaringeha El Burc a Qamişloyê şahiyekê li dar dixe, saet 17:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)