ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-11-2023
21 mijdar 2023   02:00

Welatiyên Minbic, Kobanê û Reqayê gotin, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û çareseriyeke adilane ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin, dê têkoşînê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

"Li dijî tevahî cûreyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî" dirûşma pêngava Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gelo wateyên peyvên diruşmê çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

Îro salvegera 12′an a damezirandina Ronahî TV′yê ye ku kêlî bi kêlî pêşketinên Şoreşa Rojava dişopîne Endamê Rêveberiya Giştî ya Ronahî TV′yê got, Ronahî TV dê bimîne dengê şoreşê û daxwazên gel. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Lêkolîner Hanî Silêman destnîşan kir ku êrişên hêzên alîgirên Îranê yên li ser baregehên DYA′yê hewldanek ji aliyê Îranê ve da ku zextê li hêzên DYA′yê bike ku bazarekê pê re pêk bîne. (BI WÊNE).

Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyekê li navenda çand û hunerê li dar dixe, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevegera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha pirtûk û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li Parka Arîn a li Dêrikê vedike, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Navenda Kombûna Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelekê li ser cewherê olan li parka Xwendinê ya li bajarê Hesekê li dar dixe, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê de, Meclisa Tebqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerekê li navenda çandê ya Şehîd Musena Ebdulkerîm dide, saet di 10.00′an de.  Li bajarê Kobanê jî mêr ji qada Şehîd Egîd ber bi qada Jina Azad ve dimeşin, saet di 11.30′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Efrîn û Şehbayê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Şefîqa El Esed li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir dikin, saet di 13.30′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA