ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-03-2026
17 adar, 2026   02:00

Dayika Îsmaîl Şêxmûs anî ziman ku ew û hemû dayikên dîlên şer hêvî dikir ku zarokên wan meha Remezanê serbest hatibana berdan. Niha jî hemû li bendê ne ku zarokên wan berî cejna Remezanê serbest werin berdan. BI WÊNE Û DÎMEN

Eyşa Ataş a koçbera ji Serêkaniyê êşa koçberiyê a li stargehan vegot. Eyşayê diyar kir ku xewna wê ya yekane vegera ewle û birûmet a ji bo bajarê wê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Hunermendên bajarê Hesekê bang li gelê Kurd ê li Rojava kir ku bi coş beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bibe. Hunermendan diyar kir ku beşdarbûna pîrozbahiyan derfetek e ji bo xurtkirina yekitî û hevgirtinê. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Ofisa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Fethullah Hiso diyar kir ku pêşketinên bilez ên li Îranê hewce dike ku hêzên Kurdan amade bin. Hiso got yekitiya Kurdan li seranserê Kurdistanê ji ber veguherînên herêmî bûye pêdiviyek lezgîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star di bin dirûşma “Werin em bi hev re têkoşîn bikin ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyê de” li Parka Azadî yê bajarê Qamişlo konferansekê li dar dixe, 09:30`an. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê cenazeyên şervanên QSDˊê şehîd Raman Siwer, Şêrzad Sasûn û Milîtan Rojava li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin dike, 11.00ˊan.  BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Qamişlo, li ber avahiya xwe agirê Newrozê vêdixe 11.00ˊan, di heman çarçoveyê de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li pêşiya Mizgefta El Şelah a li taxa Qidûrbeg a Qamişloyê agirê Newrozê vêdixe, 11:30`an, her wiha şêniyên taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê li pêşiya Navenda PYD`ê ya li taxê, agirê Newrozê vêdixin, 19.30ˊan, Meclisa bajarê Hesekê jî li pêş avahiya xwe agir vêdixe, 11.00ˊan, Meclisa Taxên Til Hecer û Nasîre jî li Parka Agirî Botan agir vedixe, 19.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dirbêsiyê û koçberên Serêkaniyê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Zinar (Mihemed Mutai Arif) li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî defin dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN